Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Akar: Em Hember Toleyên Amerîkî yên Girêdayî S-400'an Amadekarî Dikin


Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar got ku ew hember toleyên Amerîkî yên girêdayî kirîna sîstema S-400 ya Rûsî amadekarî dikin.

Akar ji rojnamevanan re got ku Tirkîyê berpirsîyên xwe yên projeya F-35 bi cîh tîne û çaverê dike ku ew program wek plankirî berdewam bike.

“Kirîna sîstema S-400 tenê jibo berevanîya Tirkîyê ye û ti metirsî li ser kesekî çênake. Girêdana kirîna S-400an bi F-35an re pirsgirêkan çêdike û bandora neyênî li NATO dike. Di peymana F-35’an de xalek tuneye ku dibêje beşdarên F-35 nikarin S-400 bikirin.”

Akar dîyar kir ku Tirkîyê heta niha1.2 mîlyar dolar dirav bo projeya F-35an da û perçeyên ku ji wan hatine xwestin, çêkirin.

Tirkîye şîrikeke çêkirina firoka şerker ya F-35 e ku nirxê wê bi trîlyon dolaran e. Amerîka dijî kirîna Tirkîyê ya mûşekên S-400 ya Rûsî ye, bi sedema ku ew system jibo firokên F-35 xeter e.

Amerîka gefa danîna toleyên nû hember Tirkîyê kiribû, ger Tirkîye peymana bi Rûsan re bîne jîyanê û mûşekên S-400 wergire.

Kongresa Amerîkî ji rêvebirîya Trump xwestibû ku firotina F-35 ji Tirkêyê re asteng bike, heta ku Enqere radigihîne ku ewê mûşekên S-400 yên Rûsî nekire.

Washington dibêje ku sîstema S-400 bi sîstemên din yên NATO re bi başî kar nake, loma ew dijber in ku hin hevkar û hevalbendên wê yên seranser cîhanê sîstema S-400 bikirin.

Enqerê jî pir caran gotibû ku divê kirîna S-400an ji Rûsya nebe cîhê xemê jiber ku ew ne dijmina Amerîka ye û her dilsoza hevalbendîya NATO ye.

XS
SM
MD
LG