Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye ji Rêvebirîya Amerîkî Daxwaza Rakirina Toleyên Girêdayî S-400'an Dike


Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar îro Pêncşemê banga dîyalogê ji rêvebirîya nû ya Amerîkî re kir û daxwaza pêdaçûna rakirina toleyên dijî Tirkîyê kir ku jiber kirîna S-400'an hatibûn danîn.

Akar got ku ew hêvîdar e ku ji kêşeya toleyan re çareserîyeke baş were dîtin.

“Em dibêjin ku werin em rûnin û biaxifin da ku çareserîyeke ji vê kêşeyê re bibînînin.”

Daxuyanîyên Akar di vê demê de tên ku Washingtonê bi zelalî gotibû ku heta ku Enqere dest ji teknolojîya bernede, cezayên heyî wê neyên rakirin.

Lê, Akar got ku jibo kirîna beşa duyê ya S-400'an danûstandinên wan bi Rûsya re didomin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku kirîna çekên Rûsî ji hêla Tirkîyê ve, di navbera Washingtonê û Enqerê de ji mêjve bûye pirsgirêkeke mezin.

Washington dibêje ku S-400 gefan li ser firokên şerker yên F-35 û sîstemên berevanîyê yên NATO'yê dikin.

Tirkîye vê yekê red dike û dibêje ku mûşekên S-400 wê di nava sîstemên NATO'yê de neyên xebitandin.

XS
SM
MD
LG