Şandeyeke Partîya Wekhevî û Demokrasî Gelan (DEM Partî) serdana Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya li desthilata Tirkîyê kir.
Di şandeyê de parlamanterên DEM Partî Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk cîh girtin.
Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler û Cîgira Serokê Komê Ozlem Zengîn li devê derîyê partîyê pêşwazîya sîyasetvanên DEM Partî kirin.
Civîna karbidestên DEM Partî û AK Partî 75 deqîqeyan ajot.
DEM Partî piştî civînê ti daxuyanî neda rojnamevanan.
Guler di daxuyanîya xwe ya kin de got ku wan civîneke ‘’ji dil û nerm’’ çêkiriye.
Wî dîyar kir ku ewê di rojên pêş de daxuyanîyên berfireh bidin.
Şandeya DEM Partî 28’ê Berfanbarê li Girtîgeha Îmrali bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re kom bû.
Ocalan bi rêka şandeyê dîyar kiribû ku danûstandinên li parlamana Tirkîyê girîng in û gotibû ku ew jî dikare jibo ‘’paradîgmaya nû’’ hin ‘’gavên pozîtîf’’ biavêje.
Jêder: Arti Gerçek