Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ye jî, serokên 7 bajaran yên partîya xwe ji kar dûr xistin.
Jibo seroktîyên AKP’ê yên li Afyonkarahîsar, Erzîncan, Entab, Kastamonu, Osmanîye, Semsûr û Zonguldakê serokên nû hatin erkdar kirin.
Desteya Rêvebirîya Navendî ya AKP’ê do Duşemê bi seroktîya Erdogan kom bû.
Karbidestên AKP’ê di civînê de, ku 5 saetan dom kir, ser encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê danûstandin kirin.
Erdogan îro Sêşemê ji Navenda Giştî ya AKP’ê derket û partîyê piştre ji platformên xwe yên medyaya civakî daxuyanîyek weşand.
Di daxuyanîyê de serokên nû yên AKP’ê yên 7 bajaran hatin ragihandin, ji wan re serketin hat xwestin û jibo serokên kevn jî jiber karên wan spasî hat nivîsîn.
AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ji avabûna xwe ya sala 2001’an vir ve cara pêşî nebûbû partîya yekê.
Erdogan piştî hilbijartinên herêmî dîyar kiribû ku ew ji encamên sindoqan dibînin ku milet ji wan dixwaze ku ew hin guherînan bikin û xwe nû bikin.
Partîya Gel ya Komarî (CHP), ku di hilbijartinên herêmî de bûbû partîya yekê, li Semsûrê jî bi ser ketibû.
Li Semsûrê berbijarê CHP’ê Abdurrahman Tutdere hatibû hilbijartin ku wê partîyê piştî 47 salan li bajêr serketinek bi dest xwe xistibû.
Jêder: NTV, Ajansa Anadolu