Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP Çar Cîhên Berbijarîyê Dan Huda-Parê


Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jibo hilbijartinên 14’ê Gulanê 4 cîh dan endamên Partîya Doza Azad (Huda-Par).

Li gor lîsta AKP’ê, Serokê Huda-Parê Zekerîya Yapicioglu ji herêma 3’yan Stenbolê di rêza 4’an de berbijarê parlamanterî ye.

Berdevkê Huda-Parê Serkan Ramanli ji Batmanê di rêza 2’yan de, Sekreterê Giştî Şehzade Demîr li Entabê di rêza 6’an de û serokê rêxistin Amedê Faruk Dînç jî li Mêrsînê di rêza 4’an de bûn berbijar.

AKP’ê bo hevkarîyê 3 cîh dan Partîya Çep ya Demokratîk (DSP) jî.

Serokê DSP’ê Onder Aksakal li herêma 2’yan ya Stenbolê di rêza 4’an de berbijar e.

Cîgirê Serokê DSP’ê Hasan Erçelebî ji ji herêma 1’ê ya Enqerê di rêza 9’an de ye.

Partîya Yekîtîya Mezin (BBP), Partîya Jinûve Refah (YRP), Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) yên di Hevpeymanîya Gel de dê li 81 bajarên Tirkîyê bi lîstên xwe herin hilbijartinan.

Jêder: AKP, Huda-Par, DSP

XS
SM
MD
LG