Berbijarê seroktîya parlamanê yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Numan Kurtulmuş di gera sêyan de bi ser ket.
Kurtulmuş di gera sêyan de bi 321 dengan hat hilbijartin.
Li parlamana Tirkîyê 600 kursî hene û di du gerên pêşî de dengên hewce 400 in.
Di gera sêyan de hejmara dengên hewce 301 e.
Xêncî AKP’ê, Partîya Gel ya Komarî (CHP), Partîya Baş, Partîya Karkeran ya Tirkîyê (TÎP), Partîya Çep ya Kesk û Partîya Siberojê jî jibo seroktîya parlamanê bi berbijarên xwe çûn hilbijartinê.
Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) jibo piştgirî bide Kurtulmuş, berbijar dernexistibû.
Kurtulmuş di hikûmetên borî de wek cîgirê serokwezîr kar kiribû û ew demekê jî Wezîrê Çand û Turîzmê bû.
Jêder: NTV