Partîya desthilatdar ya Tirkîyê AKP îro Înê got ku li gor banga Abdullah Ocalan ya danîna çekan, divê hemû çekdarên Kurd li Îraq û Sûrîyê çekên xwe deynin.
Berdevikê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatdar Omer Çelîk îro li Stenbolê ser banga Ocalan ji rojnamevanan re axifî.
Çelîk ragihand ku ger goh were dayînê banga Ocalan, ewê armanca hikûmeta serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya "Tirkîyeyeke bê teror" pêşve bixe.
Çelîk dîyar kir ku wê hikûmeta wan wê bi PKK'ê re ti danûstandin yan bazaran neke.
"Rêxistina terorê çi navî bi kar bîne bila bîne, divê çekên xwe deyne û bi hemî pêkhateyên xwe yên li Îraq û Sûrîyê xwe bê çek bike."
Rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), Ocalan do Pencşemê bang li rexistina xwe kiribû ku çekan deyne û dawî li hebûna xwe bîne.