Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşnivîsa Qanûna Çarçoveyî di Koma Parlemanê Ya AKP’ de Tê Îmzekirin

Recep Tayyîp Erdogan
Recep Tayyîp Erdogan

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AK Partî) ya desthilatdar îro Duşemê pêşnivîsa Qanûna Çarçoveyî, jibo îmzekirina wek peşnîyara qanûnekê hat belavkirin bo parlemanterên partîyê, li gor ragihandinên medya Tirkîyê.

Medya Tirkîyê radigihîne ku Serokê Koma AK Partîyê Abdullah Guler bi nameyekê de ji tevahîya parlementerên AK Partîyê xwestîye ku heta saet 5’ê êvarê sibe roja Sêşemê “pêşnîyara qanûnê çarçoveyî”, îmza bikin.

Hevdem li gor ragihandinên ne piştrastkirî yên ji Enqerê, karbidestê payebilind Guler, we bi partîyên li parlementoyê re li ser Qanûna Çarçoveyî îşev û sibe hevdîtinan bike. Guler beyî ku belgeya pêşnivîsê parve bike, wê di derbarê naverokê de agahîyan bide.

Ger tevahîya parlementerên AK Partîyê sibe îmzekirinê temam bikin û piştî temambûna şêwirmendîyên bi partîyan re, çaverê ye ku wê pêşnivîsa qanûnê sibe yan roja Çarşemê wek pêşnîyara Koma AK Partî were şandinê Seroktîya Parlamentoya Tirkîyê.

Seroktîya Parlemanê jî wê jibo nirxandinê demûdest pêşnivîsê bişînê Lijneja Dadwerîyê û piştre jî vê hefteyê di Civata Giştî de were nîqaş kirin, bêyî ku li benda bidawîbûna dema qanûnî ya du rojan.

Hejayê gotinê ye ku ger pêşnivîsê Qanûna Çarçoveyî were pêşkeşkirinê Seroktîya Parlamentoyê, pevajoya çareserîyê bi awayekî fermî dest pê bike.

AK Parti heta niha naveroka tam a pêşnîyara qanûnê bi raya giştî re parve nekiriye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG