Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu îro Pêncşemê dibêje, danûstandinên avakirina koalîsyoneke ligel Partîya Gel ya Komarî (CHP) hîn di qonaxa pêşîn de ye û hevdîtin wê hîn berdewam bikin.
Davutoglu herwiha da zanîn ku bi Partîya Gel ya Neteweperwer (MHP), ku berê xemsarîya xwe bo koalîsyonê ragihandibû, re jî danûstandinên pêkanîna koalîsyonê didomin.