Partîya desthilatdar ya Tirkîyê, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) roja Dûşemê li ser banga Abdullah Ocalan jibo danîna çekan ya PKK’ ê got ku ti bazarî yan jî dayîn û stendin tûneye.
Lijneya Rêvebirîya Navendî ya AKP’ê, bi seroktîya Serokê wê Recep Tayyîp Erdogan civiya.
Piştî civînê, Berdevikê AKP’ê Omer Çelîk preskonferansek dar xist û daxuyanî da rojnamevanan.
“Em dibînin ku hin siyasetvan dibêjin di berdêla van pêyvajoyan de dewletê çi tawîz daye. Li ser awayê dewlet û nirxên gelê me de pêvajoyek e bazar û dayîn û stendin dayinê tune ye, “ Çelîk got.
Omer Çelîk anî ziman ku “rêka çareserîya hemû kêşeyan demokrasî û zêdekirina hêza xebitandinaê siyasetê ye. "
Çelîk iragihand ku hikûmeta serok Erdogan “ser rewşa ku jibo Tirkîye bêteror derketiye holê ,"dixebite.
“Prensîb eşkere û nezelal in; danîna çekan, hilweşîna rêxistina terorê û bi hemû şaxên dawîanîna. Ger navê wan çi dibe bila bibe, armanca me hemû van pêkhateyên terorîstî ji bûyîna ji faktorên bêaramîyê li herêmê ji holê rakin e," wî got.
Berdevik Çelîk herwiha anî ziman ku wê Enqere dijî sobetekirina vê pêyvajoyê pir bal dar e û ewê soza danîna çekan ya ji alîyê PKK’ê bi baldarî bişopîne.
Rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), Ocalan di 27’ê Sibatê de bang li rexistina xwe kiribû ku çekan deyne û dawî li hebûna xwe bîne.
PKK ser banga Ocalan bi daxuyanîyeke got ku wê li gor wî tevbigere û agirbest ragihand.
Jêder: weşena zindî ya AKP