Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Serokê Tirkîyê Erdogan Wê Daxwaza Pêdaçûnê Ser Hîn Encamên Hilbijartinê Bike


Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê ragihand ku ewê hember encamên li Enqerê û çend encamên din îtîraza fermî bike.

Sekreterê Giştî yê AKP’ê Fatîh Şahînîri ji nûçegîhanan re got ku ewê daxwaza pêdaçûnê li hemî deverên hilbijartinê li Enqerê bikin û ew geşbîn in ku ewê encamên erênî wergirin.

Ajansa Anadolu ya dewletê ragihandibû ku berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ferqa 0.28 ji sedê, li pêş kandîdê AKP’ê Bînalî Yildirim e.

Ger encamên heyî wek xwe bimînin, cara yekê ye ku Erdogan rûbirûyê şikestineke wiha mezin dibe jiber ku ji 2001’an vir ve kontrola Enqerê û Stenbolê di destê AKP’ê de bûn.

XS
SM
MD
LG