Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP Daxwaza Pêdaçûnê ya Ser Encamên Hilbijartinê li Stenbolê Dike


Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan biryar da ku hember hemî 39 deverên hilbijartinê li Stenbolê daxwaza pêdaçûnê bike, piştî ku berbijarê wê partîyê di rêza duyê de derket.

Ger encamên heyî wek xwe bimînin, AKP du bajarên herî mezin yên Tirkîyê, Stenbolê û Enqerê ji dest dide û ew jî dibe şikestineke mezin ji Erdogan re.

Li Stenbolê, berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ekrem Îmamoglu bi nêzî 25,000 dengan li pêş kandîdê AKP’ê Bînalî Yildirim e.

AKP’ê ragihand ku ewê hember nerêkîyên hilbijartinê, hemî rêbazên berdest bi kar bîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku dema dawî ya daxwazkirina pêdaçûnê îro di demjimêr 12’ê nîvro de bi dawî dibe.

XS
SM
MD
LG