Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP: Me bo Dubarekirina Hilbijartina Stenbolê Hîn Serlêdan Nekiriye


Cîgirê Serokê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Alî Îhsan Yavuz dîyar kir ku wan bo dubarekirina hilbijartinên herêmî yên Stenbolê ‘’hîn’’ serlêdan nekiriye.

Hin sazîyên medya Tirkîyê ragihandibûn ku AKP’ê bo jinûve lidarxistina hilbijartina Stenbolê serî li Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) daye.

Yavuz da zanîn ku ew nûçe ne rast in û got ku ew ‘’difikirin ku di rojên pêş de dubarekirina hilbijartina Stenbolê bixwazin’’

Li gor encamên nefermî yên hilbijartinê li Stenbolê berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye, lê AKP îdia dike ku di hilbijartinê de sextekarî çêbûye û pêdeçûnan didomîne.

XS
SM
MD
LG