Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP: Divê Encamên Hilbijartinê yên Stenbolê Zelal Bibin


Berdevikê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Omer Çelîk dîyar kir ku divê encamên hilbijartinên herêmî yên Stenbolê ‘’zelal’’ bibin.

Çelîk da zanîn ku wan xwestiye ku li hemî navçeyên Stenbolê deng jinûve werin hejmartin lê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ew daxwaz red kiriye.

‘’Redkirina YSK’ê gumana di serê însanan de raneke, alozî gurtir bû’’ Çelîk got.

Wî dîyar kir ku rêkên ew serî lê didin ne nû ne da zanîn ku ew mafên xwe yên rêwa bikar tînin.

Li gor encamên nefermî li Stenbolê berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye, lê AKP’ê daxwaza pêdeçûnan didomîne.

XS
SM
MD
LG