Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP Dibêje Li Wanê Betalkirina Şaredarîya Abdullah Zeydan Ne Girêdayê Hikûmetê Ye



Berdevikê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk îro
Berdevikê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk îro

Berdevikê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk îro Sêşemê ragihand ku biryara Lîjneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya li ser şaredarîya Wanê mijarek di destê vê Lîjneyê de ye, mijareke qanûnîye û ne girêdayê hikûmeta wî ye.

“Ev mijar di dest YSK ya ya bajêr (Wan) de ye, yanî mijarek girêdayî qanûnan ne ve girêdayî ye. YSK’ê jiber ku şertên pêwîst yên jibo paşde dayîna mafên hilbijartinê nehatiye bi cîh kirin, biryarek wiha wergirtîye. Ev ne qadeke ye ku hikûmet destwerdanê bike, “ Çelîk ji rojnamevanan re got.

Abdullah Zeydan ku berbijarê şaredarîya Wanê yê DEM Partî bû di hilbijartinên roja Yekşemê de ji sedî 55.4 dengan wergirt û mafê şaredarîyê bi dest xist.

Lê, YSK ya heremî ya li Wanê îro Zeydan betal kir, bi biryarekî ku mafê hilbijartinê yê wî betal kir. YSK ku mafê şaredarîyê li şûna Zeydan da berbijarê AKP’ê Abdulahat Arvas Wanê, yê ku ji sedî 27.15 dengan wergirtîye.

Omer Çelîk di daxuyanîya xwe ya piştî civîna rêveberiya navendî ya AKP’ê de, rexneyên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ya ser fermana YSK jî nirxand.

"Ger (DEM Partî) bixwaze dijî vê biryarê derkeve, rêkên wê yekê dîyar in. Li vir pêşî YSK ya heremî û piştre jî YSK ya Navendî erkdar in. Her kes dikare serlêdana pêdaçûnê û YSK’ê wê biryara dawî bide,” Çelîk

Berdevikê AKP’ê, piştî biryara YSK’ê xwepêşandenên li Wanê jî rexne kir û anî ziman ku xwepêşendaran bi kevir avêtine polîsan.

"Xwepêşandana demokratîk mafê her kesî ye. Lê, veguherîna wê ya tundîyê û êrîşa polîsan nabe ku werin qebûl kirin."

Berdevika DEM Partî Ayşegul Dogan, li ser X’ê bersîva Çelîk da û anî ziman ku daxuyanîya berdevikê AKP’ê ne rast e.


"Ev mijara mîna ku hûn îdia dikin, ne biryara YSK ye, lê biryarek e ku bi fermana hikûmeta we hatîye dayîn. Rasterast bi rêya Wezareta Dadê dijî vîna gelê Wanê hîleyeke tê avakirin ku darbeyeke siyasî tê çê kirin. " Dogan got.

Bi komploya li dijî vîna gelê Wanê bi rêya Wezareta Edaletê bixwe darbeya siyasî tê kirin.

Dogan hevdem dîyar kir ku wek DEM Partî hemberî vê bêhiqûqî û destdayîna ser mafan sere xwe netewînin.

DEM Partî ragihand ku wê sibê bi belgeyên pêwîst hemberî biryara YSK’ê serladana pêdaçûnê bike.

XS
SM
MD
LG