Sazîya yekê ya rewşenbîrî li Akrê di sala 1991’ê de, bi navê Bizava Rewşenbîrî li Akrê hat ava kirin.
Ev yek ji sazîyan bû ku karîbû di nav 27 salan e di warê çanda Kurdî de bi berdewamî xizmeta devera Akrê bike.
Bizava Rewşenbîrî bi vê bîrewerîyê karîbû jimareke bizavan encam bide da ku ev roj li cem genc û nivîserên Akrê her zindî bimîne.
Berpirsê Bizava Rewşenbîrî Rêber Îsmaîl dibêje ku her damezrandina vê bizavê afirandinek bû jiber ku civaka Akrê civakeke daxistî bû û wan ji her alî de kartêkirin li civakê kir.