Seroka Partîya Baş Meral Akşener dîyar kir ku ew bi awayekî erênî li Serokê Partîya Memleketê Muharrem Înce dinêre ku di Hevpeymanîya Netew de sîyasetê bike.
Akşener got ku ew bawer nake ku Înce piştgirî bide berbijarê Hevpeymanîya Gel, Recep Tayyîp Erdogan.
"Me û Înce heta niha hevdu neêşandiye û dem jî hatiye ku ew piştgirî bide Hevpeymanîya Netew."
Muharrem Înce, ku di sala 2018’an de li hember desthilta Erdogan, berbijarê serokomarîyê bû û sîyasetvanekî li pêş yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) bû, piştre ji wir qetîya û partîya xwe ava kir.
Înce jibo hilbijartinên 14’ê Gulanê berbijarê serokomarîyê bû, lê demeke kin berî hilbijartinê ji berbijarîyê vekişîbû, lê eşkere nekiribû ku ewê piştgirî bide kê.
Jêder: Twitter