Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Akşener Careke Din Vegerî Maseya Şeşqolî


Seroka Partîya IYI Meral Akşener îro Duşemê vegerî Maseya Şeşqolî ya muxalefeta Tirkîyê.

Akşener piştî civîna dawî ya Maseya Şeşqolî bi preskonferansekê destnîşan kiribû ku li maseyê zext heye û nîşanên vekişînê dabûn.

Wê bang li Bajarvanê Enqerê Mansur Yavaş û Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu kiribû ku bo siberoja Tirkîyê xwe wek berbijar raber bikin.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu piştî banga Akşener, bi vîdyoyeke ji Twitterê dîyar kiribû ku ew dixwazin Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan têk bibin û gotibû ku ew naxwazin ku Erdoganîzmeke nû çêbe.

Kiliçdaroglu dîyar kiribû ku ew dixwazin li ser sifreya wan ya Xelîl Îbrahîmî ji hemî rengan û fikran însan hebin û hin pisporên sîyasî ew gotin wek daxwaza tifaqeke bi Kurdan re şirove kiribûn.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) do Yekşemê banga muxalefeta civakî û sîyasî kir ku li dor armancên ser demokrasî, dadmendî û azadîyê bicivin.

Seroka Partîya IYI Akşener îro piştî danûstandinan bi meşale û çepikan derbazî civîna Maseya Şeşqolî bû ku bi mazuvanîya Partîya Saadetê li dar dikeve.

Dema Akşener derbazî salona civînê dibe tê dîtin ku endamên CHP û Partiya IYI bi hev re sloganên serketinê gotin.

Jêder: CHP, HDP, Partiya IYI

XS
SM
MD
LG