Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reberê Koma Aktîvîst yê Belarûsî li Ukrayna Darvekirî Hate Dîtin


Ukraine Belarusian Activist
Ukraine Belarusian Activist

Aktîvîstekî Belarûsî ku li Ukranya li sirgûnê dijya, îro Sêşemê li parkeke nêzî mala xwe ya li Kyevê darvekirî hate dîtin.

Vitaly Shishov, rêberîya rêxistineke sivîl ya li Kyevê dikir da ku alîkarîya Belarûsîyên jiber zordarîya desthilatdarîya li welêt direvin, bike.

Hevjîna Shishov roja Duşemê ragihandibû ku ew nehatiye mal û wenda ye.

Polîsên Ukranyayê ragihand ku wan doza kuştinê daye destpêkirin.

Hevalên Shîshov yê 26 salî da zanîn ku ew piştî ku beşdarî protestoyên dijî-hikûmetê bû, di bin çavdêriya domdar de bû û sala borî ji Belarûsê revîya.

Mirina Shîshov ji hêla ajansa nûçeyan ya fermî ya Belarûsê Belta ve hat ragihandin, lê karbidestên Mînskê wekî din ti şîrove nekirin.

XS
SM
MD
LG