Tilfizyona Îraqê dibêje serokwezîr Heyder Abadî ala Îraqê li ser xaleka sînorî li gel Sûriyê hilda çend rojan piştî rizgarkirina wê ji bin destê çekdarên Daiş.
Tilfizyona el-Îraqiye dibêje Heyder Abadî îro Yekşemê serdana bajarê Qaim û xala sînorî Huseybe kir, ku her du jî riyên girîng ên alîkariyan bûn ji bo Daişê dema wan herêm kontrol dikir li Îraq û Sûriyê.
Hêzên Îraqî bi piştgiriya koalisyona navnetewî ya hefteya borî Daiş ji Qaim û derdora wê derxist, di gavekê de ku berpirsên koalisyonê wek dawiya Daişê li Îraqê binav dikin .
Pêşbîne çekdarên Daiş bêhtir şêweyê êrîşên leşkerî bikar bînin, piştî têkçûna wan û jidestdana navçeyên girîng.