Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Studyoya El Ahram li Misrê Rastî Şewatek Mezin Tê


Şewata li Studyoya Al Ahram 16 Adarê, 2024.
Şewata li Studyoya Al Ahram 16 Adarê, 2024.

Li Qahîre, li herêma Al Cîza ya Misrê şewatek mezin li Studyoya El Ahram ya taxa Al Umraniye derekt, herî kêm 7 kes birîndar bûne.

Şewata mezin di saetên serê sibê yên îro Şemiyê de li Studyoya El Ahram derket ya li navçeya Umraniye ku mezintirîn taxa parêzgeha Gîza ye.

Nêzîkî sê demjimêran piştî agirpêketinê, hêzên berevaniya sivîl li parêzgeha Ciza karîn agirê ku bi Studyoyê ketbû kontrol bikin.

Çavkaniyên ku ji kenalê El Hurra li Qahîreyê re ragihandin ku di encama şewatê de 7 kes birîndar bûne ku hin ji wan ji Rêveberiya Parastina Sivîl in û hin jî welatiyên ku li cihê bûyerê di amade bûn.

Saziya Ewlekariuya parêzgeha Cîzayê ji bo der barê şert û mercên derketina agir û tespîtkirina sedema şewatê de lêkolînan berdewam dikin. Îfadeyê jimareke şahidan, xebatkarên studyoyê û rûniştvanên malên wan nêzî şewatê bûn hatine standin û lêpirsîm kirin.

Di platformên medya civakî de hin peya derbarê şewatê hatin weşandin.

Piştî ku Odeya Rizgariyê ya Cîza 15 otombîlên agirkujiyê bo kontrolkirina agir çûn cihê bûyerê herwiha hejmarek ambunas jî hatine şandin.

Şewat pêşî di dekorê rêzefîlma "Mamoste" de derket demakariya rêzefîlmê dijht kirin ku hunermend Mistefa Şaban rolê qehremaniya rêzfîlim dilîze û li kenalên Tv yên herêmî tê weşandin û wênekirina filîm hêzî dom dikir.

Studyoya El-Ahram yek ji kevintirîn studyoyên sînemayê li Misrê tê hesibandin, ji ber ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, bi taybetî di sala 1944 de, ji hêla Yewnanan, Apakhlos Avramosis û Parîs Belvis ve, li ser rûberek 27 hezar metrên çargoşe hate çêkirin. Studyoya Ahram ji 3 platforman (cihên kişandina fîlman) û pêşangehek û salona dublajê ji bilî laboratuwara pêşvebirin û çapkirinê pêk tê. Ev cara duyaen di demek kurt de li heman studyoyê şewat derdikeve.

Di dîroka studyoyê de heta niha zêdetirî 450 berhemên hunerî di studyoya Al Ahram ya li parêzgeha Al Cîza de hatin kişandin.

Jêder: Ajans/Alhurra

XS
SM
MD
LG