Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vegera Malbatên Îraqî yên Daişê wek Kêmbûna Gefan ji ser Kampa Holê Tê Dîtin


Di demekê de ku hewl berdewam in ji bo ku hikûmeta Îraqê nêzîkî 100 malbatên Îraqî yên Daişê ji kampa Holê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê vegerîne Îraqê, karbidestên Amerîka hêvîdar in ev veger bibe nîşaneke derxistina bi hezaran kes ji kampekê ku wek bingehek geş ya bikaranîna gêncan tê naskirin.

Di heman demê de raport behsa wê yekê dikin ku hikûmeta Îraqê wergirtina wan malbatan niha rawestandiye.

Generalê Amerîkî li Rojhilata Navîn Frank McKenzie, di serdana xwe ya roja Înê bo Sûrîyê de, ku li gel hêz û komandaran kom bibû, geşbînîya xwe anî ziman ku dê veguhestina malbatan ji kampê encam bide.

McKenzie gelek caran huşdarî daye ku gencên kampê li ser ramanên radîkalî werdigrin û dê bibin nifşê siberojê yê mîlîtanin metirsîdar.

Tê zanîn ku nêzîkî 64 hezar endamên malbatên çekdarên Daişê li kampa Holê dimînin ku piranîya wan Îraqî û Sûrî ne. Rêvebirên kampê dibêjin hejmara welatîyên Îraqî nêzîkî 30 hezar e.

Di çarçoweya serdana xwe ya rojekê de, McKenzie li bingeheke leşkerî kombûnek li gel fermandarê Hêzên Sûrîya Demokrat Mezlûm Ebdî li dar xist.

Ebdî di Twîtekê de, îro Şemîyê ragihand ku wî di kombûnê de, bi McKenzie re ewlekarî û astengîyên abûrî yên herêmê gotûbêj kirîye.

Wî her wiha got ku wan peyamên berdewamîya hebûna hêzên koalisyonê li herêmê û hevrêzîya hevbeş ji bo şerê Daişê û hewlên parastin û seqamgîrîya herêmê wergirtin.

XS
SM
MD
LG