Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Derxistina Malbatên Daişê yên Îraqî Ji Kampa Holê Tê Rawestandin


Kampa Holê
Kampa Holê

Li gorî agahîyan ku bi navberîya Xaça Sor a navneteweyî hikûmeta Îraqê û rêvebirîya xweser li ser derxistina 100 malbatên hemwelatîyên Îraqî ji kampa Holê ber bi welatê wan ve biryar dabûn, berîya ku hikûmeta Îraqî ji biryara veguhestinê vekişe.

Li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser, hikûmeta Îraqê di destpêka meha Gulanê de amedekariyên veguhestina hejmarek malbatên Daiş yên Îraqî dikir, lê piştî çend rojan ji amedekariyan li her du aliyan, hikûmeta Îraqê veguhestin red kir.

Di daxuyaniyeke taybet de bo Dengê Amerîka, berpirsê Nivîsgeha Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed diyar kir ku redkirina hikûmeta Îraqê cihê mixabiniyê ye.

Birêz Ehmed got:

"Divê hikûmeta Bexdayê pabendî biryarên xwe be."

Li gorî agahîyan, kampek li başûrê Mûsila Îraqî dihat amadekirin bo bicihkirina malbatên ku werin veguhestin ji kampa Holê ya Sûrîyê, lê Rêveberiya Xweser dibêje ku ji 2015an ve hikûmeta Bexdayê bangên pêşwazîkirina welatîyên xwe red dike.

Li gorî şopîneran, helwesta hikûmeta Bexdayê bi sedemên sîyasî ve girêdayî ne, ku hikûmeta Bexdayê di doseya Holê de dixwaze bi rêka rêjîma Sûrîyê be, ku ev jî ji alîyê Rêvebirîya Xweser ve nayê erêkirin.

Li kampa Holê, ku 63 hezar malbatên çekdarên Daişê lê hatine bicihkirin, piranîya wan Sûrî û Îraqî ne.

Li gorî rêvebirîya kampê , hejmara welatîyên Îraqî 30 hezar e.

Li alîyê din Rêvebrîya Xweser bang li civaka navneteweyî û koalisyona navnetweyî ya şerê dijî Daişê dike ku fişarê li hikûmeta Bexdayê bikin da rê bide welatîyên xwe yên li kampa Holê bi awayekî ewle vegerin welatê xwe.

Şopîner bawer dikin ku bandora Îranê ser hikûmeta Bexdayê û hebûna milîsên mezhebî, sedemên sereke ne ku ji 2015an ve veguhestina malbatan ji alîyê Bexdayê ve nayê erêkirin.

Li gorî agahîyan, pirranîya malbatan naxwazin vegerin welatê xwe ji ber tirsa ji tolhildanên mezhebî, li gorî hejmarek penaberên Îraqî ku milîsên mezhebî rê nadin ew bi ewle vegerin ser mal û milkên xwe.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00


XS
SM
MD
LG