Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Al-Jubeir Dibêje ew Şer Naxwazin Lê wê Berevaniya Xwe Bikin


Wezîrê derve yê Erebistana Saudî Adil al-Jubeir
Wezîrê derve yê Erebistana Saudî Adil al-Jubeir

Mezinê dîplomatên Erebistana Saudî îro Yekşemê got welatê wî şer naxwaze lê wê berevaniya xwe bike li dijî Îranê.

Axaftinên wezîrê derve Adil al-Jubeir di demekê de tên ku girjî li kendava Farisî gurr bûne piştî êrîşên dijî kerta wizeya Erbistana Saudî.

Al-Jubeir ji peyamnêran re got:

“Şahnişîna Erebistana Saudî naxwaze şerek li herêmê bibe û hewla wê yekê jî nade… lê di heman demê de, eger aliyê din şer hilbijêre, wê şahnişîn bi hemî hêza xwe şer bike û wê berevaniya xwe û welatiyên xwe û berjewendiyên xwe bike.”

Medya Îranê jî, ji ser zimanê komandarekî leşkerî yê Îranê ragihand ku dibêje welatê wî li şer nagere.

Tirsa şerekî çekdarî li herêmê bêhtir bû dema Amerîka gemiyên şer şandin wir, lê serokê Amerîka Donald Trump di van rojên dawî de bi zimanekî nermtir axivî û got ew pêşbîniya wê yekê dike ku îran hewla guftûgoyan bi rêveberiya wî re bide.

XS
SM
MD
LG