Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîd Moallem: Kurd Hevrikîya Leşkerê Sûrî Dikin Bo Girtina Herêmên Petrolê


Wezîrê derve yê Sûriyê Walid Moallem û yê Rus Sergey Lavrov
Wezîrê derve yê Sûriyê Walid Moallem û yê Rus Sergey Lavrov

Walîd Moallem wezîrê derve yê Sûriyê, roja Çarşemê ragihand ku, hêzên Kurdan hevrikiyê ligel leşkerê Sûrî dikin bo kontrol kirina herêmên berhemanîna Petrolê.

Walîd Moallem dema di civînê de bû, ligel hevpîşeyê xwe yê Rus li havîngeha Sutchi ya ser derya Reş gote Sergey Lavrov, bila Kurd bizanin ku Sûriya binpêkirina serweriyê qebûl nake.

Al Moallem herwiha got, Kurd minêkarên destek dayin û alîkariyên ji aliyê Amerîka ne, lê bila bizanin ku, alîkarîya Amerîka jibo wan her û her nayê berdewam kirin.

XS
SM
MD
LG