Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baskê 'Al Qayîde'yê li Herêma Efrînê Gelek Gundan Kontrol Dike


Herêma Efrînê
Herêma Efrînê

Pêşhate û geşedanên leşkerî yên balkêş li Efrînê diqewimin, çavkanîyên meydanî ji hindurê herêmê ragihandin ku Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) anku Cebhet El-Nusra, ku baskê Al-qayîdê ye, li Sûrîyê, derbazherêmê bûye û nêzîk navenda bajarê Efrînê bûye.

Li gor agahîyan şeva çûyî HTŞ êrîş biriye ser dergeha Xezêwîyê ku di navbera Efrîn û Îdlibê de ye, ew xistiye bin kontrola xwe piştî ku koma çekdar Feyleq El-Şam xwe ji wê herêmê vekişandî.

Di heman demê de 'HTŞ' bi hevkarîya Tevgera Ahrar El-Şam karî bûye gelek gundan li başûrê Efrînê jî kontrol bike, bê ku komên çekdar yên girêdayî Tirkîyê ne tu rêgirîyê li hember wan bikin.

Gundên ku 'HTŞ' girtine ev in: Beradê, Biyê, Basûfanê, Birc Avdalo, Basûtê, Eyndarê û Kurzêlê li nahîya Şêrewa, herwiha Xezêwîyê, Dêr Belût, Til Selûr, Îska, Dêwa û Celemê li nahîya Cindirsê, ku li gor vê yekê HTŞ tenê 5 kilometran ji navenda bajarê Efrînê dûr e.

Ji alîyê xwe ve Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan derbara sedemên van geşedanên leşkerî de, da zanîn ku nakokî û pevçûn di navbera El-Cebha El-Şamîyê û komeke bi ser Tevgera Ahrar El-Şam de li gundewarên herêma Babê derketibû.

El-Cebha El-Şamîyê ew koma Ahrar El-Şam ji çend gundan qewitandibû, loma 'HTŞ' bi hawara wê de hatiye, ew gund jî ev in: Sosîyan, Olan, Hezwan, Oblê, Şidûdê, Kiyêbê, Til Betal, Qeir Kelbîn û Barûzê.

Hêjayî gitinê ye ku piranîya ew gundên li herêma Babê yên bûne cihê nakokîyê yên Kurdan in, ku beşekî mezin ji şênîyên wan li ser destê komên çekdar yên girêdayî Tirkîyê ne, hatine derbider kirin.

Her di vê çarçoveyê de çalakvanan dîyar kir ku artêşa Tirk ya li herêma Efrînê serdest e, herwiha bingehên wê li Îdlibê jî hene, ji vê pêşveçûna HTŞ bêdeng e, ku tê adîa kirin artêşa Tirk ferman daye komên çekdar yên di nav “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” de ne û girêdayî wê ne destêwerdanê nekin û li pêşîya HTŞ ranewestin.

Herwiha hêjayî bi bîr xisitnê ye ku ta amadekirina vê raportê rewşa meydanî aloz e, karwanên HTŞ li cihê lê ne û hîn derbazî bajara Efrînê nebûye, ku rewşa awarte û qedexeya çûnûhatinê li bajêr hatiye ragihandin.

Raporta Efrîn 19 06 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG