Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington:Di Êrîşeke Esmanî de li Sûriyê Serkirdeyên Al-Qaide Hatine Kuştin


Arşîv

Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîka şeva Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan êrîşek birîye ser endamên rêxistina al-Qaide li Sûriyê, armanca êrîşê bingeheke perwerdê bû li nêzîk Heleb, li hemberî Îdlib li bakurê rojavayê Sûriyê.

Li gur daxuyaniya leşkerê Amerîka, armanca êrîşê "endamên al Qaidê yên li Sûriyê bû ku berpirsin ji plankirina êrîşên derve ku gefin li ser welatiyên Amerîkî û hevpeymanên wan û sivîlên bêtawan.

Daxuyaniya leşkerê Amerîkî dide zanîn ku hejmarek endamên al-Qaide di êrîşê de hatine kuştin û berpirsên wê rêxistinê ne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov SOHR, Duşemê da zanîn ku di êrîşa hevpeymaniya Navnetewî ya bi serokatiya Amerîka de 9 endamên al-Qaidê hatine kuştin, di nava kuştiyan de 6 berpirsên al-Qaidê hene û 3 ji kuştiyan çekdarên wê rêxistinê ne.

SOHR dide zanîn ku berpirsên di êrîşê de hatine kuştin, endamên grûba çekdar ya girêdayî al-Qaide "Huras al-Dîn" in û nasnamên wan hatine eşkere kirin, berpirsên di erîşê deb hatine kuştin, 2 welatiyên Cezayirê, 2 Tunisî û yek Misrî û yê din Sûrîye, weke Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov dibêje..

Huras al-Dîn, rêxistinek girêdayî al-Qaidê ye li Sûriyê destpêka sala 2018an hatîye avakirin nêzîkî 1800 çekdarên wê hene.

Huras al-Dîn li herêma Îdlibê çalake û tevî rêxistina Hayat Tahrîr al-Şam kar dike ya ku kontrola piraniya herêmên girêdayî parêzgeha Îdlibê dike û herweha hermên hevsinor li gel parêzgeha Hama û Laziqiyê li jêr kontrola Tarîr al-Şamê dene.

Ji hejî bîrxistinê ye ku gelek caran Hevpeymana Navnetewî ya li dij DAIŞê bi serokatiya Amerîka li li Sûriyê li dij serkirdeyên Cîhadî li parêzgeha Îdlib êrîşên esmanî pêk anîne, lê ji sala 2017an ew êrîş kêm bûbûn, ji ber ku çavê wan li ser êrîşên li dij DAIŞê bûn li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê heta ku bi hevkarîya Hêzên Sûriya Demokrat HSDê karî bûn rêxistina DAIŞê li Sûriyê jinav bibin.

XS
SM
MD
LG