Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derbiderên Kampa Rukban Banga Derketineka Ewle Dikin


Ev 7 roj in derbiderên kampa Rukban li başûrê Sûrîyê di mangirtineke vekirî de ne, banga kerîdoreke derketinê ya ewle dikin.
Kampa Rukban a başûrê Sûrîyê, li çolistaneke ziwa, nêzîkî sêgoşeya sînorî ya Sûrîyê û Urdun û Îraqê ye. Rûbera wê 8 km e, di deverekê de jê re tê gotin herêma 55an.
Li gorî amarên rêvebirîya kampê 1,800 malbat li kampê dijîn, ku ji 8,500 kesan pêk tên.
Li wê derê bingeha El-Tenef ya koalisyona navnetweyî ya şerê Daişê jî heye.
Zarok nexweş in
Berpirsekî ji Encûmena Sivîl a Kampa Rukban ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku milîsên girêdayî Îranê û hêzên rêjîma Sûrîyê tekane rêya qaçax ya derbaskirina kelûpel û dermanan, girtine.
Mihemed Dirbas, serokê encûmana sivîl ya kampa Rukban, dibêje ku 500 zarok bi zerikê ketine û derman tune.
"Rewş ber bi xirabûnê ve diçe. Nexweşî ya zerikê berbelav dibe, zêdetirî 500 zarok bi nexweşiyê ketine, her wiha zêdetirî 100 kalemêr jî tûşî zerikê bûne," Dirbas got.
Banga Korîdora Ewle
Di mangirtina derbiderên kampa Rukban de doza vekirina korîdoreke ewle ji bo derketinê ji kampê dikin.
Dirbas bang li koalisyona navnetweyî kir ku korîderoke ewle ber bi herêmên rêveberîya xweser an ber bi herêmên bakûrê Sûrîyê ve veke.
"Veguhestina derbideran divê di jêr sîwana Koalîsyona Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî de pêk were,"Dirbas got.

Al-Rukban Camp
Al-Rukban Camp

Veguhestina bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Piştî alozîya rewşa mirovî li kampa Rukban û bangên vekirina kerîdorekê ewle ji bo derketinê, karbidestên kurdên Sûrîyê tekez kirin ku ew amade ne derbiderên Rukban pêşwazî bikin.
Lê li gorî rêveberîya xweser, bêyî alîkarîya Netwên Yekbûyî (NY) wê cîbicîkirina derbiderên li herêmên wê ne pêkan be.
Şêxmûs Ehmed berpirisê ofîsa karûbarê koçber û derbideran li rêveberîya xweser ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku pêwîste NY serperiştîya veguhestina derbideran bo herêmên rêveberîya xweser bike.
"Gereke NY herêma bakur û rojhilatê Sûrîyê wek deverek ewle nasbike û biparêze,"Ehmed got.
Li gor amarên NY bêhtirî 13 milyon sûrî di nava Sûrîyê de, û li dervayî wê derbider û koçber in.
Doseya derbider û koçberên Sûrî li welatên cîranên Sûrîyê li Lubnan, Îraq û Tirkîyê dibe mijarek navxweyî ya nakok ji bo wan welatan.
Rêveberîya xweser amadebûna xwe ji bo pêşwazîya koçberên Sûrî yên li Lubnanê nîşan da, û dibêje ew ji bo Rukban jî ew amade ye, lê karbidestên kurdên Sûrîyê vê gavê bi merca serpiriştîya NY ve girê didin.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:56 0:00

XS
SM
MD
LG