Ajansa nûçeyan AFP rogihand ku bi sedan kesan îro Şemîyê nexweşxaneya el Şîfa ya li Gaza vala kirine, piştî ku berpirsê nexweşxanê got ku artêşa Îsraîlê ferman da ku nexweşxane were valakirin.
Hêzên Îsraîlî yên li derdora el Şîfa îro bi bilindgoyan fermana valakirina nexweşxanê da.
AFP ev agahî ji zarê peyamnerê xwe yê li qada nexweşqanê ragihand.
Herwiha berpirsê nexweşxana el Şîfa ji AFP re da zanîn ku hêzên Îsraîlî bi telefonê fermana valakirinê ragihandine û gotine ku bila nexweş, birîndar, aware û karmendên bijîşkî bi pîyan ber bi beravên deryayê ve biçin.
Leşkerên Îsraîlî vê heftê gelek lêgerîn li nexweşxaneyê dest pê kirin û li şopên Hamasê digerin, ku Îsraîl dibêje navendek fermandariyê li binê kompleksa bijîjkî veşartiye. Hamas û xebatkarên nexweşxaneya herî mezin a Gazayê, îdiayan red dikin.
Wezareta Saxlemîya li Gaza bi daxuyanîyekê ragihand ku piştî fermanê 120 birîndar û jimareke pitikên pêşwext hîn jî li nexweşxanê ne û ew bo wan bi Xaça Sor re di têkilîyê de ne.
Karbidestên Filistînî da zanîn ku çend karmendên saxlemîyê li nexweşxanê mane da ku kesên ku nikarin tevbigerin miqate bin.
Hat dîtin ku gelek nexweş, birîndar, kesên aware, doktor û hemşîre, ber bi qeraxa deryayê ve dimeşyan.
Lê, artêşa Îsraîlê bi daxuyanîyekê biryara valakirinê red kir.
" Berpirsê Nexweşxaneya el Şîfa daxwaza ku rê bide Gazayî yên li nexweşxanê ne û dixwazin derkevin,pejirand," artêşê got.
Hêzên Îsraîlî vê heftêyê gelek caran avêtin ser nexweşxaneya el Şîfa û lêgerînkirin ku dibêjin ku ew li şopên Hamasê digerin.
Îsraîl dibêje li binê navenda saxlemîyê de navendek fermandarîya Hamasê û tunelên komê hene. Hamas û karmendên nexweşxaneya herî mezin ya Gaza, wan îdiayan red dikin.
Jêder: AFP, AP