Partîya El-Musteqbel roja Yekşemê semînereke girseyî bajarê Qamişlo li dar xist û partî, rêxistin û kesên serbixwe û rewşenbîr tê de beşdar bûn.
Serokê partîyê Birahîm Qeftan ligel endamên encûmana rêvebir di semînerê de armanc û programa partîya xwe şîrove kir.
“Partîya me hewil dide ku li ser bingeha parastina yekbûna Sûrîyê û bê cûdabûnên mezhebî, neteweyî û olî hemû Sûrîyan hembêz bike. Bi civînên wiha em dixwazin armanc û programa xwe ji gel re bidin nasîn.”
Qeftan da zanîn ku berê jî li Hesekê û Dêrezorê kombûnên wiha hatine kirin û ewê li seranser Sûrîyê civînên wiha pêk bînin.
Endamê desteya rêvebir ya TEV-DEM’ê Abdulselam Ahmed jî hêvî dike ku partîya nû bikaribe li seranserî Sûrî cîhê xwe bigire û aktîf be.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Partîya Sûrî ya El-Musteqbel, di 27'ê Adarê de kongreya damezrêner li dar xistibû.
Di wê kongrê de nûnerên partîyên sîyasî yên Rêvebirîya Xweser, nûnerên koalîsyona navnetewî û herwiha nûnerên encûmanên sîvîl yên Reqa, Minbic, Teqa û Dêrezorê amade bûbûn.