Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romannivîsê Îraqî Alaa Meşzûb li Kerbelayê Tê Kuştin


Li Îraqê polîs û gewahîderan got çekdarekî li ser motosîklekê romanivîs Alaa Meşzûb li ber mala wî li bajarê Kerbelaa roja Şemiyê kuşt.

Polîs derengî Şemiyê got Meşzûbê 50 salî vedigeriya mala xwe dema ew hate gullebarankirin. Sedemên kuştin wî ne diyar in û ti gurûpan berpirsiyariya kuştina wî ranegihand.

Wezîrê Çand û Geştiyarî ya Îraqê Ebdulemîr el-Hamdanî îro Yekşemê di daxuyaniyekê de got:

“Çanda Îraqê yek ji nivîskar û dahênerên xwe winda kir”

Meşzûb kesayetiyeke çalakdar bû di civaka Kerbelai de.

Yekîtiya nivîskarên Îraqê kuştina wî şermezar kir û hêzên ewlekariyê lomedar kirin ku ew nikarin hişmendan biparêzin.

Meşzûb jimarek roman û berevokên kurte çîrokan nivîsandin ku xelatên xwecihî û herîmî wergirtine.

XS
SM
MD
LG