Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêbera Xwepêşanderên Sudanî Alaa Salah: Şoreşa Me Hîn Neqedîye

Alaa Salah
Alaa Salah

Jina Sudanî Alaa Salah, ku bûye sembola serhildanên girseyî yên nerazîbûnê, îro Çarşemê got ku şoreşa wan hîn neqedîye û divê hemî rejîma zordar û kujer bi tevahî were jêbirin.

Salah di hevpeyvîneke taybet de ji Reutersê re got ku gêrkirina serokê berê Omer Beşîr ne bes e û divê hemî paşmayîyên rejîma wî ya zordar ji tune bin.

“Daxwazên me ew e ku rejîma gênî û dizek ji kokê were tune kirin. Wê rejîmê Sudan wêran kir. Bertîl û pere xwarin li her derê ye. Ew rejîm mêrkuj û talanker e.”

Salah bi vîdyoya ku li ser otomobîlekê ji xwepêşanderan re dipeyîvî, li hemî vîhanê hatibû nasîn û ew bûbû sembola serhildana dijî Beşîr ku jin tê de roleke girîng dilîzin.

Civata leşkerî ya Sudanê ragihandibû ku ewê heta du salan li ser desthilatê bimîne û dû re hilbijartinan pêk bîne û rêvebirîya welêt ji sivîlan re bihêle.

Ew daxuyanî bûbû sedema nerazîbûnên xwepêşanderan ku dixwazin demûdest hikûmeteke sivîl Sudanê bi rê ve bibe.

Sudan demek e dirêj e ku rûbirûyê buhabûnê mesrefên jîyanê, kêmahîya diravê neqît û pêdivîyên bingehîn e û ew jî nerazîbûna gel zêde kiriye.

Gelek pispor rewşa aborîya welêt bi rêvebirina xirab, dizî û pere xwarinê, bandorên toleyên Amerîkî girêdidin.

Sudanê herwiha dahatîyên petrolê ji hinda kiribû, piştî ku Sudana Başûr di sala 2011’an de serxwebûna xwe ragihandibû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG