Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartina Senatorê Alabama de Demokrat bi Ser Ketin


Hilbijêrên Alabama, ku do bo hilbijartina nûnerê Senatoya Amerîkî çûn ser sindoqan, kursîya ku 25 sal in di di destê Partîya Komarî de ye radestî Demokratan kir.

Li gor encamên nefermî, Doug Jones yê Demokrat bi ferqeke biçûk Roy Moor uê Komarî derbaz kir û li yek ji eyalatên herî konservatif ya Amerîka, piştî 25 sal bû senatorê pêşî yê Demokrat.

Li Senato ya bi 100 kursî, 52 kursî di deste Komarîyan de bû, bi vî awayî 51 kursî di deste Komarîyan de dimîne û hejmara kursîyan Demokratan radibe 49’an.

Serokê Amerîka Donald Trump piştgirîya Moore dikir û rojek berî hilbijartinê li ser sosyal medya gotibû ku ‘’Pêwîstîya me bi denge Moore heye’’

Doug Jones, piştî eşkerebûna encamên nefermî axaftineke serkeftinê kir û ser yekîtîyê peyivî.

Roy Moore yê Komarî jî dîyar kir ku rêjeya dengan pir nêzîkî hevdu ne, ew encamê napejirînin û bo deng jinûve werin hejmartin ewê serî li sekreterîya eyaleta Alabama bidin.

Li gor qanûnên eyaleta Alabama, dema ferqa dengên du partîyan di navbera 0,5 ji sedê û 1 ji sedê be, deng dikarin jinûve werin hejmartin.

Dîsa li gor qanûnên eyaletê, ku ferq ne hindik be jî berbijar bi dayîne hinek pere dikare bo jinûve hejmartina dengan serî lê bide.

Donald Trump di ser Twitterê re Doug Jounes yê Demokrat pîroz kir.

XS
SM
MD
LG