Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aladîn Xalid Pêkanîna Komîteya Destûra Sûrî Dinirxîne


Hevbendîya Niştîmanî ya Demokratîk ya Sûrî bi hilkeftina sala pêncan ya damezrandina xwe daxuyanîyek da bîra giştî tê de tekezî li ser demokratîkirina Sûrîyê bi rêyên aştîyane kir.

Şêwirmendê qanûnî yê Hevbendîyê Aladîn Xalid dibêje ku komîteya destûrê dê bi ser nekeve û karê wê naçe serî.

“Komîteya destûrê ji encamên Astana û Soçî ye, ew derveyî biryara konseya ewlekarîyê hejmar (2254) û pêvajoya Cinêvê ye, loma nûnertîya gelê Sûrî nake”.

Xalid bawer dike ku nexşeya Sûrîyê bûye qada şerê hêzên navneteweyî, ku berjewendî û nakokîyên wan ji Sûrîyê mezintir in.

“Nakokî û hevrikîya di navbera Amerîka û Rûsya de, ne tenê li Sûrîyê ye, li Kendavê, Ukrayna û li derên din jî hene. Her du alî kengî li hev bikin alozîya Sûrî dikanin çareser bikin, krîza welêt ji destê Sûrîyan derketiye”.

Xalid dibêje ku helwesta Tirkîyê neyînî ye û zarar gihandîye şoreşa Sûrî û ew jibo berjewendîyên xwe dixwaze şer dirêj bike û hin Sûrî bi siloganan xapandine.

“Tirkîyê naxwaze gelê Kurd li Sûrîyê bigiheje mafê xwe loma ew hewil dide ku wan ji hemî peyvajoyên çareserîyê dûr xîne”.

Hêjayî bi bîr xisitinê ye ku Hevbendîya Niştîmanî ya Demokratîk ya Sûrî sala 2014’an hate damezrandin û di nav de Kurd, Ereb û pêkhateyên Sûrî yên cuda hene.

NR_09_30_Hevbendî_Xalid
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:38 0:00


XS
SM
MD
LG