Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alain Juppe ji N.Y. Dixwaze Kiryarekî Dijî Sûrîye Bike


Alain Juppe.

Fransayê xema xwe diyar kir hemberî rewşa çavdêrên Komkara Erebî têde karê xwe dikin li Sûrîye.

Roja Sêşemê Wezîrê Derve yê Fransî Alain Juppe got, divê ew destûdar rûhn û eşkere be. Wî herwisa daxwaz ji Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî kir ku kiryarekî li dijî Sûrîye bike.

Wezîrê Derve yê Fransî got, nabe Civat wesa bêdeng bimîne û got ku hikûmeta Serok Başar Esed bêy paşeroj e.

Rûsya û Çînê rê li hewlên welatên desthilatdar yên rojava girt heta ku Civat hikûmeta Sûrî şermezar bike û cezayan dijî rejîma Sûrî rabigihîne jiber berdewamiya zulim û zora li dijî medeniyan.

XS
SM
MD
LG