Breaking News

Gefên Bombekirinê ji Dibistanên Almanya û Danîmarkayê re Hatine Şandin

Dibistaneke Seretayî li bakarê Mecklenburg yê Alêmanyayê
Dibistaneke Seretayî li bakarê Mecklenburg yê Alêmanyayê

Polîsên Almanya û Danîmarkayê got ku îro Duşemê, di demjimêrên sibehê de bi rêya e-mailan gefên hebûna bombeyan ji sedan Dibistan re hatine şandin.

Ev di çarçoveya zincîreke nû ya gefên bi heman şêwazî de ye, ku li seranserê Ewropayê pêk hatine.

Polîsên bajarê Freiburgê li başûrê rojavayê Almanyayê di daxuyanîyekê de got ku: "Niha ti nîşaneyek wiha nîne ku dibistan, rastî gefeke rastîn hatibin."

Polîsên Freiburgê herwiha got ku nêzîkî 450 dibistan li seranserê Almanyayê ketine bin bandora van gefan.

Polîsên Berlînê jî nirxandineke bi heman rengî pêşkêş kir.

Di heman demê de, polîsên wîlayeta Thuringenê bi awayekî cuda ragihand ku ji dibistanan xwestine xebatên xwe yên rojane wekî asayî bidomînin, ji ber ku armanca sereke ya kesên li pişt van gefan çêkirina tirs û bêaramîyê bû, bêyî ku niyeta rastîn a pêkanîna gefan hebe.

Polîsên Danîmarkayê jî got ku ew li ser gefên bombekirinê yên ku ji gelek dibistanan re li seranserê welêt hatine şandin, lêkolînê dikin. Wan herwiha piştrast kir ku di vê demê de tu sedemek tune ye ku nearamî hebe.

Di demên dawî de, li Ewropayê rêzeke gefên derew û êrîşên sayber li dijî dibistanan, firoşgehên mezin, bankên xwînê, sîstema rêveberiya balafiran û saziyên ragihandinê pêk hatine û bûne sedema tevliheviyê di jiyana rojane de.

Hefteya borî, li Spanyayê piştî wergirtina gefên bombebkirinê bi rêya e-mailan, zêdetirî deh dibistan hatbûn valakirin.

Îtalyayê jî di destpêka vê mehê de hin dibistan vala kirin, piştî ku bi hezaran xwendekar gefên bombekirinê bi rêya e-mailan wergirtin.

XS
SM
MD
LG