Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Salane: Rêjeya Tawankariyê 2019ê li Almanya Ya Bilindbû


Raporeke salane ya îstîxbarata hundûrîn ku ji alîyê Wezareta Navxwe ve roja Pêncşemê hatî weşandin nîşan dide ku jiber ramanên tûnd hem yên çepgir û hem jî yên rastgir tawanên cezayî di sala 2019an da li Almanyayê bilind bûne.

Hikumeta Şansolye Angela Merkel, sala borî jiber tûndûtîjîya sîyasî ya baskê rast-giran neçar ma ku bilive piştî kuştina sîyasetmedarekî dostê penaberan û êrişa ser sînegok û xwaringehekê ji alîyê çekdarekî antî-Semîtîc ku du kes kûştî bûn. Jiber zêdebûna wan tawanên nefretê, hikumetê pîvanên dijwartir danan ser xwedîbûna çekan û bi rijdtir çavdêrîya axiftinên ser înternetê destpê kir.

Doneyên Wezareta Navxwe dîyar dike ku kesên xwedanên ramanên tûnd yên baskê rast-gir, di sala 2019an da zêdetirî 22.300 tawanên giran kirin, di nav van da du kûştin, pênc hewildanên kûştinê û hemen hemen 800 birîndarkirinên laşî çêbûn ku ew jî bilindbûneka %10 nîşan dide.

Thomas Haldenwang, serokê saziya ewlehiya navxweyî ya BfV, got tawanên antî-Semîtîk %17 bilind bû û % 94 tawanên wekî birîndarkirina mirovan, cûn kirin û yên antî-Semîtîk ji alîyê sempatîzanên baskê rast-gir ve hatine kirin.

Wezîrê Navxwe Horst Seehofer got zêdebûna tawanên krîmînal yên ji alîyê kesên baskê rastgir ve dihên kirin li dijî biyanîyan û Misilmanan bilind bûye. Wî herwiha got "Em divêt hişyar û amade bin da ku çalakiyê bikin".

XS
SM
MD
LG