Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aktorê Navdar yê Amerîkî Alan Arkin Mir


Aktorê Amerîkî yê wergirê xelata Oskarê, Alan Arkin di 89 salîya xwe de li bajarê San Diego mir.

Malbata Arkin ragihand ku ew li taxa Carlsbad ya San Diego koça dawî kir, lê zelal nekir ku sedema mirinê çi ye.

“Bavê me hem wekî mirovek hem jî wek hunermendek hêjabûneke bêhempa yê xwezayê bû. Ew hevjîn, bav, bavûkalekî bi tijî evîn bû û ji hêla me ve gelek dihat hubandin,” malbatê bi daxuyanîyeke nivîskî ji NBC re got.

Arkin bi rolên xwe yên serketî yên di fîlmên "Little Miss Sunshine ya sala 2006" û "Argo ya sala 2012" de navdar bûbû û bo xelata Oskarê hatibû kandîd kirin.

Lîstikvanê Amerîkî çar caran jibo xelata Oskarê hatibû nîşandan û di rpla xw eya di fîlmê "The Russians Are Coming, the Russians Are Coming" ya 1966 û "The Heart is a Lonely Hunter" ya 1968 hêjayî wê xelatê hatibû dîtin.

XS
SM
MD
LG