Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xaltîya Alan Kurdî: Divê Ewrupa Dilê Xwe ji Penaberan re Veke


Tîma Kurdî, xaltîya zarokê Kurd Alan Kurdî ku mirina wî hemî cîhanê hejandîbû, îro serdana Brukselê kir û bang li Yekîtîya Ewrupa kir ku derîyên xwe ji penaberan re veke.

"Dilê xwe vekin, gavan bavêjin û planeke hevbeş biafrînin – ev e sedema hatina min û min xwest malbata birayê xwe bîr bînim,” Kurdî got.

Kurdî bi berdewamî got, jibo Alan, Galîb û Rêhan pir dereng e, lê jibo hezaran zarok ne wiha ye.

“Bi hezaran zarok û malbatên wan hemî xeterî digirin pêş çavên xwe ku xwe bigehînin cîhên ewle. Divê Ewrupa alîkarîya penaberan bike ku mirinên nû çenebin.”

Tîma Kurdî îro herwiha ligel Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn jî hevdîtinek kir û kêçeya penaberan ligel wî gotûbêj kir.

XS
SM
MD
LG