Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alozî Û Bêaramî li Hewşa Mizgefta Al Aqsa


Hewşa Mizgefta Al Aqsa
Hewşa Mizgefta Al Aqsa

Roja Yekşemê alozî di navbera polîsê Îraîlê û Felistiyan de derket li meydana mizgefta Al Aqsa li Qudsa Rojhilat, piştî ku hejarek cihu çûne di nava komelgeha olî de ku ciyê nakokiyê ye di navbera Îsraîlî û Mislimana de, Îsraîlî dibêjin ew peristgeha dîrokî ya Tewratiyan bû ku hatiye hilweşandin.

Pêzanînên derbarê birîndareyek giran nehatiye ragihandin, polîs dibêje hejmarek xortên Felistînî serê sibê kevir avêtine, wan ew jihev belav kirine.

Berpirsên Felistînî dibêjin, misilmanên hatbûn ciyê nivêjê bi zorî ew dane paş jibo ku rê li hember cihuyan vekin, yên dixwestin bêne di hewşa Al Aqsa de û guleyên plastîkî avêtine Felistiniyan li ciyê ku gelek hesase di navbera misilman û cihuyan de.

Alozî piştî heta demekî piştî nîvro bidawî bûne, lê ev bûyer ji aliyê desthilatdariya Felistînê ve hatiye şermezar kirin, ku li kerta Rojava ya dest biserda girtî şêweke otonomî yê diyarkirî heye.

Raportên di mediya Îsraîlê de hatine weşandin dibêjin, hejmara cihuyên amade bûbûn nêzî 1.300 kesan bûn. Pirraniya wan ji cihuyên oldar û bawermend bûn, û hin zarok li gel wan hebûn, ew demekî li peristgehê mane û li jêr çavdêriya polîsan bûn, ku ev çalakî di roja "Tisha B'Av" tê naskirin hatiye encamdan, cihu wê weke roja hilweşandina peristgeha wan nas dikin û wê libîr tînin.

Desthilatdariya Felistinê di daxuyaniya xwe de gotiye "Berpirsyarî tam dikeve ser Hikûmeta Îsaîlê ku hiştiye Îsraîlî bêne hewşa Al Aqsa ya pîroz li Qudsa dagirkirî."

Desthilatdarî serdanên cihûyan wekî provokatîf û "gefek ciddî ya" ewlehî û aramiyê "bi nav kir.

Piştî şidetê, Serokwezîrê Israîlê Naftali Bennett di daxuyaniyek fermî de gotiye "Tevî parastina ewlehîyê li wî cî, serdan dê bên kirin".

Polîsê Îsraîlê berdewam çavdêriya serdnana cihuyan dike ya çûna wî ciyê pîroz ku ji aliyê cihuyan de weke Çiyayê hilweşyayî yê peristgehên ola xwe dibînin û misilman jî dibêjin ew mizgefta Al Aqsa ye û sêyemîn ciyê herî pîroz yê cîhana misilman ye û gombeta kevrê Al Saxre meqamê pêxmber li wêderê ye.

Ew wargeha pîroz, beşekî wê dikeve Qudsa rojhilat û beşê din li Qudista di dest Îsraîlê de ye ku di şerên sala 1967an de Îsraîlê dest danîbû ser wê herêmê.

XS
SM
MD
LG