Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Albanya Hewilên Rizgarkirina Qurbanêyên Erdhejê Didomin


Li Albanya (Arnavutluk) hewilên rizgarkirina qurbanîyan berdewam dikin, piştî ku erdheja bi hêza 6.4 bi kêmî ve 40 kes li bajarê Durres ya rojavayê wî welatî hatine kuştin.

Karbidestên Albanî radigihînin ku di hewilên rizgarkirinê de îro 45 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin û heta niha 650 kes hatin filitandin.

Lê, ew didine zanîn ku rewişa saxlemî ya hinek ji kesên rizgarkirî gelek xirab e.

Erdheja ku navenda wê 30 km rojavayê paytext Tîrana bû, li seranser herêma Balkanan, li başûrê Îtalya hate hês kirin.

Hikûmeta Albanî piştî erdhejê bo 30 rojan rewişa tengavî li herêmên Durres û Thumane ragihand û soza avakirina xanîyan ji qurbanîyan re da.

Karbidesan da zanîn ku ji Îtalya, Yunanistan, Romanya û jimareke welatên din tîmên pispor hatine hawara wan ku di bizavên rizgarkirinê de alîkarîya wan bikin.

XS
SM
MD
LG