Parlamana Albanya (Arnavutluk) îro Pêncşemê biryar da ku hemî qanûndanêr li dijî vîrusa korona bi mecbûrî werin vaksîn kirin.
Rêvebirê Partîya Sosyalîst ya desthilatdar ji AP re got ku rêberên hemî komên parlamanê hevbîr bûn ku hemî parlamanter xwe vaksên bikin û piranîya rûniştinên parlamanê bi onlaynî pêk werin.
Li Albanya di rewşa heyî de vaksînkirin jibo tevahîya karmendên saxlemîyê, xwedekar û mamostayan mecbûrî ye.
Dîsa, rêgirîyên civakî yên wek qedexeya derketinê ya bi şevê, karanîna maskan li cîhên girtî û sînorkirina beşdarên spor û bernameyên çandî di pratîkê de ne.