Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Bahoza Alberto bi Hezaran Kes Malên Xwe Vala Kirin


Li ber bahoza tropical ya Alberto îro paşnîvro bigiheje Florida û hin beşên başûrê rojhilata Amerîka û baranên boş, bayên hêzdar û tornedo ligel xwe bîne.

Karbidestên Amerîkî didine zanîn ku Alberto li eyaletên berava Kenava Meksîkî, Teksas, Louisiana, Mississippi, Alabama û Florida dikare bibe sela lehîya kujêr.

Rêvebirîya Hawazanî ya Amerîkî (National Weather Service) bal kişand ku Alberto dikare îro li bajarê Panama ya Florida bixe û hemwelatîyan hişyar kir ku baldar bin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku bi hezaran rûniştvanên Florida roja Yekşemê xanîyên xwe vala kirin û ber bi herêmên bakur ve hatin veguhastin.

XS
SM
MD
LG