Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derîyê Albukamal ya Navbera Îraq û Sûrîyê Dîsa Hate Vekirin


Derîyê Albukamal ya nav sînorê Îraq û Sûrîyê bi merasemîke fermî û bi tevlîbûna leşkerên her du alîyan ve dîsa hat vekirin.

Derîya Albukamal ku pişte 5 salan hat vekirin, yêk ji wan 3 derîyên sînorê yê di navber Sûrîyê û Îraqê de. Hezên Kurdî ku bi Amerîka ve te piştevanî kirin, derîyê Til Koçer yê li bakurê Sûrîyê de kontrol dikin. Û hezên din yên bi piştevanîya Amerîkayê derîyê Tênif ê control dikin, ku ew ji di herî başûrê Sûrîyê de yê. Wezîrê Hindurê Sûrîyê Gêneral Mihemed Xalid Al-Rahmun li gel berpirsê sînorên Îraq Dr. Kazim Al-Aqaby bi kefxweşîyêke mezin beşdarî vekirina derîyê bu. Wî got, bi vekirina derîyê, wê aborîya di nav her du devletan de baştir bibe û her wiha ji bo çûyîn û hatîna hemwelatîyên her du welatan ji hesantir be.

Al Rahmoun dibeje, ew hewî dike ku di demekê nez de derîyêkê nû di başûrê derîyê Albul-kamalê de were vekirin û her wiha ew dibejê hikûmeta Sûrîyê wê derîyên din, ku ji bin kontrola wan derketîyê, disa vegerîne bin kontrola xwe û weke.

Berpirsê Sînorê Îraqê Al Aqaby got ew hewl didin ku bazîrganîya di nav her du dewletan de zedê bikin û wekirina derîyên sînorê di wî warê de alikar be.

Al-Aqaby dibejê ew di hêla derîyê Al-Qaim de, li ser axa Îraqê de bazarêkê avadikin û di nav mehekê de wê amade be. Ew dibeje tewî ku astêngîyan û kemasîya çavkanî û keresteyan, ew bazar alikarîya hemwelatîyên her du devlatan bike u bazirganîyê beheztir bike.

Vekirina derîyê Albu-kamal bo çênd cara hatibu betal kirin. Medyayê Îraqû îdia dike ku devletên din li ser Serokvezirê Îraq Adel Abdel Mehdiyê zext kiribun ku derîyê vêneke. Abdel Mehdi di rojnemegaran re got “Tekîlîya Îraq û cînarên wê baş in, tewî ku cînarên wê bi devletên din re şer dikin, wekî Iran û Amerika, Iran û Arabîstana Saudî, Sûrîyê û Tirkiyê—le Bagdat hewî dike ku bibe cîhekî navbeynî û dîxwaze çareserîyêkî aşîtîyanê peyda bike ji bo hemû alîyan.

Analîst Theodare Karasik li Washingtonê ji dênge Amerîka re got ku vekirina derîya Albukamal pir giring e, ji ber ku ew derî di bin kontrola DAIŞEê de bu û bazirganî wê di nav wê sînorê de bidome.

Le, ew hişyarî dide u dibejê “metirsîyêke mezin heyê gelo bi vekirina derîya sînorê wê Îran çawa wê derîyê ji bo derbaskirina lojistikên xwe bi kar binê.

Medyayê Ereb ragîhand ku di hefteyên dawî de, çênd erîşên dronî li diji bargehên leşkerî yên bi giredayî Îranê, nezîke derîyê bu-kamal pek hatîyê.

Hilal Kaşhan ku li Zaningeha Amerîkî ya Beyrutê de profesor e, ji Dênge Amerîka re got ku vekirina derîyê Albulkamel dîyar dike ku Beşar Esad dîsa gelekê deverên Sûrîyê kiriyê bin kontrola xwe.

“Amerîka derîyê Tanîfê di bin kontrola xwe de dihele ku di dema guftugoyan bo çareserkirina keşaya Sûrî de ew e wek kartekê bi kar bine. Derîyê Tanifê li ser rîya Bagda u Şamê ye ku dikarê demekê şunde Tehran, Beyrut u Behra Sipî bi hevre girêde.”

XS
SM
MD
LG