Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aldar Xelîl: Komên Çete Naxwazin Kurd Mafên Xwe Bistînin


Gelê Serêkanîyê serkeftina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya dijî El Nusra pîroz dikin
Gelê Serêkanîyê serkeftina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya dijî El Nusra pîroz dikin
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl, di hevpeyvîneke taybet de ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de ser şerê li Serêkanîyê agahîyên girîng dide.

Birêz Xelîl dibêje, ev bû salek ku Kurd bajarên xwe xistine bin kontrola xwe.

"Komên çetê yên wek El Nusra di salvegera yekê ya Serhildana 19'ê Tîrmehê de dixwazin mesajekê bidin me ku ew li dijî mafên gelê Kurd in"

Aldar Xelîl dide zanîn ku Kurd bi yekdengî dijî hatina gurên çekdar derdikvin û naxwazin bîyanî werin welatê wan.

"Komên çekdar êrîşî Efrînê, cara sisêyan e êrîşî Serêkanîyê û bajarên din dikin ku îrada me Kurdan bişkenin û rê li ber me bigirin ku em xwe birêve nebin."

Aldar Xelîl li ser hilbijartinên li herêmê û danana sîstemeke rêvebirîyekê jî pêzanîn balkêş dide.

"Plana me heye ku hilbijartin werine kirin û em bi hevre welatê xwe rêve dibin. Heta niha Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesud Barzanî jî nav de hemî alî bi erênî nêzîkî vê plana me dibin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:40 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG