Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aldar Xelîl: Mesajên ku ji Washington Tên Pir Erênî Ne


Carter û Dempsey
Carter û Dempsey

Serok Obama do li Pentagonê got, şerê dijî DAIŞê wê demeke dirêj bidome û divê ew hevkarî ligel hêzên xwecîhî bikin û bi êrîşên esmanî destek bidin wan ku bikarin şerê DAIŞê bikin.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jî êrîşên xwe yên esmanî li dijî DAIŞê zêde kirine û di rojên dawî de 38 êrîş pêk anîn ku nîvê wan li dora Raqqa ya qaşo paytaxta Dewleta Îslamî ne.

Endamê Rêvebirîya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl di vê hevpeyvîna taybet de daxuyanîyên Washingtonê dinirxîne.

Xelîl dibêje, ew mesaj û daxuyanîyên ku ji Washingtonê tên pir erênî dibînin.

"Dîyar dibe ku rêvebirîya Obama bi lêdan û hilweşandina hêza DAIŞ bi biryar e û ew giheştinê wê nêrîne ku divê li erdê wek YPG hêzêke bi bandor hebe ku bikare DAIŞê têk bibe."

Xelîl dibêje, şerê wan ne tenê li DAIŞê ye, lê dijî rejîma Esad e jî.

"Sîstema ku em li Rojava diafrînin projeyeke serkeftî ye û niha ev sîstem wek mînak ji tevahîya Sûrîyê re tê nîşan dan. Dema hemî pêkhatî bi hevre, di nav aramîyê de bijîn, hevdu qebul bikin, hîngê cîh ji sîstemanên zordar re namîne."

Aldar_Xelîl_7_7_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:09 0:00

XS
SM
MD
LG