Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aldar Xelîl: Divê Ewrupa Dest ji Kurdan Bernede


Xwepêşanderên Kurd li bajarl Dirbesîyê
Xwepêşanderên Kurd li bajarl Dirbesîyê

Sîyaservanê Kurdên Sûrî Aldar Xelîl îro Duşemê bang li welatên Ewrupî kir ku piştî dawîbûna şerê dijî DAIŞ'ê, dest ji Kurdan bernedin û jibo ku wan ji Tirkîyê biparêze, hêzêke navnetewî ava bikin.

Xelîl di hevpeyvîna taybet ya bi AFP re, li Parîsê got ku berpirsîyên ahlaqî û sîyasî yên welatên Ewrupî Ii hember Kurdan hene.

Wî hişyarî da ku ger Amerîka û Ewrupa alîkarî nedin Kurdan, hîngê ewê mecbur bin ku ji Serokê Sûrî Beşar Esad parastinê bixwazin.

‘Ger Ewrupî sozên xwe bi cîh neyînin, wateya wê ew e ku ew me tenê dihêlin. Em, taybetî bang Ii Fransa dikin ku bona damêzrandina herêmêke ewle ya ser tixubê Tirkîyê, di asta Neteweyên Yekbûyî de hewilên dîplomatk xurt bike.”

Xelîl dîyar kir ku modela hêza aştîparêz, ku Neteweyên Yekbûyî ser sînorê Lubnanê û Îsraîlê bi cîh kiribûn, dikare li herêma wan jî were kirin.

Sîyasetvanê Kurd ji ajansê re got ku ger hevalbendên Rojavayî alîkarîya wan nekin, ewê neçar bin ku ji Esad alîkarî bixwazin.

“Dibe ku em mecbur bin peymaneke bi rejîma Sûrî re bikin ku ew hêzên xwe ser sînor bi cîh bike û pêşî li Tirkîyê bigire.”

XS
SM
MD
LG