Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aldar Xelîl: Peymana bi Hikûmeta Sûrî jibo Parastina Tixub E


Sivîlên li Serêkanîyê ku ji êrîşên topên Tirkîyê direvin

Karbidestên Kurdên Sûrî îro Duşemê ragihand wan bi navbeynkarîya Rûsya, rêketineke bi Şamê pêk anî da ku hêzên hikûmeta Sûrî werin herêmên ser sînor.

Sîyasetvanê Kurd Aldar Xelîl got ku peymana heyî jibo armanca leşkerî ye û mijarên sîyasî wî paşê werin gotûbêj kirin.

“Pirsgirêka herî girîng sekinandian êrîşên Tirkan yên seranser herêmên ser tixub e û xalên din yên rêketinê pêdivî bi dem û danûstandinên berfireh e.”

Şêwirmendê Rêvebirîya Xweser Bedran Çîyakurd jî ji VOA re got ku bi peymana bi hikûmetê Sûrî re, armanca wan parastina gelê Kurd e

“Me wê peymanê kir ku gelê xwe biparêzin. Emê heta dawîyê dijî êrîşkarîya Tirkan berxwedana xwe bikin.”

XS
SM
MD
LG