Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aldar Xelîl: Peymana Ser Îdlibê Xizmeta Komên Îslamî yên Radîkal Dike


Endamê Konseya Rêvebir ya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, di vê hevpeyvîna taybet de derheqa peymana navbera Rûsya û Tirkîyê ya ser Îdlibê û bandora wê ser sibêroja Bakurê Sûrîyê de agahîyên girîng dide.

Xelîl di destpêkê de dibêje ku ew bi guman e ku ew peyman dikare serketî be.

“Xalên veşartî hebin yan tunebin, bingeha peymana ser Îdlibê dijîbûna wê ya şoreşa demokratîk ya gelên Sûrî ye û ew peyman tenê dikeve xizmeta komên islamî yên radîkal.”

Tirsa kolanên Kurdî ji peymana navbera Rûsya û Tirkîyê ewe ku ne tenê herêma Şehba bibe armanca komên wek Cebhet el Nusra, herwiha bi hezaran çekdarên tundrê piştî rêketinê, ber bi Efrînê ve hatine veguhastin.

Xelîl hişyarî dide ku hemî bakur û rojhilata Sûrîyê ya bin parastina HSD'ê û koalîsyona navnetewî, vê gavê di bin xeterîya êrîşên van koman de ne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:26 0:00

XS
SM
MD
LG