Sazîya Girtîgeha Moskowê û şahîdên Reutersê ragihandin ku piştî rexnegirê Kremlin Aleksî Navalny îro Yekşemê ji Berlînê vedigerya Rûsyayê, di kontrola pasaportê de hatîye desteser kirin.
Parêzerê wî jî heman agahdarî piştrast kir. Navaln ji havîna borî ji dema jahrkirina wî û vir ve cara yekê bû ku ji Almanya diçû welatê xwe.
Balafira wî di deqîqeya dawîn de ji hêla karbidestên Rûsî ve hate veguhastin balafirxanek din a Moskowê da ku rojnamevan û alîgirên ku dixwestin pêşwazîya wî bikin, vala derxînin.
Navalny berîya ku bi fermî bikeve nava Rûsya, dema ku wî pasaporta xwe nîşanî polîsên balefirxanê daye hatîye binçav kirin.
Destûr hatîye dayîn ku jina wî, Yulia, berdevkê wî û parêzerê wî derbasî Rûsyayê bibin.
Nehat zanîn ku çima Navalny hatiye binçav kirin. Lê, sazîya girtîgeha Moskowê dîyar kiribû ku Navalny jiber binpekirina mercên cezaya girtîgehê yê rawestandî ya bo dizîna diravê, dozeke 2014'an tawanbar dike.
Herwiha sazîyê gotibû ku dema Navalny vegere ewê her tiştî bike da ku wî bigirin.
Hêjayê birxistinê ye ku Aleksî Navalny ku rexnegirê serokê Rûsya Vladimir Putin e, piştî jahrkirina wî ya di 22'yê Tebaxa 2020'ê de, jibo dermankirine li Almanya bû.
Navalny bo 32 rojan li nexweşxaneya Charite ya Berlînê hat derman kirin û piştre ji nexweşxanê hatibû derxistin
Hebûna gaza Novichok ya di canê Navalny de ji hêla Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ve hatibû piştrast kirin.
Rûsya tevlîbûna Kremlin ya jahrîkirina Navalny red dike û Almanya jibo nedana delîlên di derbarê jahrkirinê de tawanbar dike.